Kanala ROJAVA TV

ÎRO 10′EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA AJANSA NÛÇEYAN A HEWARÊ YE

Îro 10′emîn salvegera damezrandina Ajansa Nûçeyan a Hewar ANHA ye .Ajansa ANHA 1O salên tijî têkoşîn û fedakarî ji bo eşkerekirina rastiyê temam kir.

Di 1′ê Adara 2013′an de Ajansa Nûçeyan a Hewar ANHA hate damezirandin.

Ajansa ANHA 1O salên tijî têkoşîn û fedakariyên mezin ji bo eşkerekirina rastiya Rojhilata Navîn ji cîhanê re temam kir û bi serbilindî derbasî sala xwe ya 11′an dibe

ANHA parçeyek ji têkoşîn û berxwedana 10 salan a ragihandina azad e, piştî destpêkirina Bihara Gelan li Rojhilata Navîn dest bi rêveçûn û rêwîtiya xwe kir û li herêmê pêngaveke têkoşînê ya ragihandinê ava kir.

Bi damezirandina wê re ev têkoşînê bi pêş ket û bi Şoreşa 19′ê Tîrmehê re ajans ji gelên Rojhilata Navîn re bû neynik.

Di nava şertên dijwar û metirsiyan de nûçegihanên ajansê di oxira derxistina rasti û şopandina pêşdeçûnên dawî li herêmê , jiyana xwe xistin xeteriyê.

xebat û têkoşîna deh salan dê berdewam bike

ji ber ku her salek derbas dibe salê din temam dibe ji lew re ajansa hewarê dê di eşkerekirina rastî û bûyerê li bakur û rojhilatê sûriyê de dewam bike

em ê şopa rêhevalên xwe yên Şehîd bişopînin her wiha em ê soza ku wan da ye berdewam bikin
Ajansa Hewarê di 10 salên belavkirina nûçeyên xwe de bû derbirîna rastiya gelan û roleke girîng di gihandina civakeke demokratîk û azad de lîst.