Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK BAZARÊN SIYASÎ LI SER JIYAN MIROVNN DIMEŞÎNE 

Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ariya Mela Ehmed anî ziman ku alîkariyên Rêveberiya Xweser ên  ji bo heremên erdhejê hatibûn şandin, hatin astengkirin.

Ariya Mela Ehmed got, dewleta tirk bazarên siyasî li ser jiyana mirovan dimeşîne.

Piştî erdheja ku li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û Sûriyê rû da, gelek rewşên mirovî yên zehmet çêbûn.

Rêveberiya xweser da ku alikariya qurbaniyên herêmên erdhejê yên sûriyê bike, bi erka xwe rabû û kampanyayên alîkariyan li dar xist.

Lê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de alîkariyên Rêveberiya xweser hatin astengkirin.

Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ariya Mela Ehmed da zanîn ku dewleta tirk di erdhejê de bazarên siyasî li ser jiyana mirovan dimeşîne.

Ariya Mela Ehmed di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku Derengmayina vekirina deriyên alîkariyê jiyana mirovan di xeteriyê de hîşt.

Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ariya Mela Ehmed di dawiyê de dest nîşan kir ku pêwîste di rewşên mirovî de siyaset were dûrxistin.