Kanala ROJAVA TV

DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ LI DIJÎ TAXÊN ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊN ÊŞÊN WELATIYAN GIRAN KIRIYE

Têkildarî dorpêça hikumeta şamê li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Şêniyên Şêx Meqsûd gotin, li gel êşa derhejê dorpêça hikumeta şamê êşên me giran dike.

Di encama erdheja 6’ê Sibatê de gelek herêmên Sûriyê zirar dîtin, herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji wan bajaran bûn.

Bi dehan malên welatiyan hilweşiyan û bi sedan kes bê mal li kolanan man.

Tevî êşên erdhejê, hikumeta şamê dorpêça xwe li dijî herdu taxan didomîne û êşên welatiyan dike du qat.

Derbarê de Şêniyên taxên Şêx Meqsûd diyar kirin ku, li gel êşên erdhejê, dorpêça hikumeta şamê êşên me giran dike.

Her wiha şêniyan anîn ziman ku tevî dorpêça li ser herdu taxan  Rêveberiya xweser li gorî derfetên xwe pêwîstiyên gel dabîn dike.

Di encama erdhejê de, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 52 kes jî birîndar bûn. Her wiha piraniya avahiyan zirar dît û metirsî heye hin ji wan  hilweşin.