Kanala ROJAVA TV

TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN ROJ BI ROJ GIRANTIR DIBE

RODÎN ÎSA - RÊVEBIRA KONGREYA STAR A BAJARÊ QAMIŞLO RODÎN ÎSA: FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN RONAHIYA AZADIYA HEMÛ JINAN E REMZIYA MIHEMED - ENDAMA KOORDÎNASYONA KONGRA STAR REMZIYA MIHEMED: SEDEMA BERXWEDANA JINÊN KURD FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER OCALAN E

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişlo Rodîn Îsa û Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed rola fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya di pêşxistin û rêxistinkirina jinan de nirxand.

Tekez kirin ku sedema berxwedan û  têkoşîna jinên Kurd fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Afrînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Rêber Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin.

Rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de têkoşîneke mezin ji bo doz, maf û azadiya jin û civakê dide meşandin ku ev têkoşîn derbasî sala xwe ya 25’emîn dibe.

Jinên azadîxwaz ên bi fikir û ramanê rêber Apo rêxistin û artêşa xwe mezin kirine, ji bo azadiya wî di nav tevgerê de ne.

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişlo Rodîn Îsa rola fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya di pêşxistin û rêxistinkirina bi hezaran jinan de nirxand.

Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed tekez kir ku sedema ewqas berxwedan û  têkoşîna jinên Kurd fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e .

Rêber Abdullah Ocalan di felsefe û dirêjahiya têkoşîna xwe de ciheke girîng da jinan da ku ber bi azadiyê ve biherikin.

Îro jî jin li ser bingeha felsefeya Rêber Ocalan jiyan dikin.