Kanala ROJAVA TV

JINÊN JI HELEBÊ BEHSA KÊLIYÊN XWE YÊN DI DEMA ERDHEJÊ DE DIKIN

Ji ber erdhjê bi sedan malbat malên wan hilweşiyan û neçar bûn ku berê xwe bidin cihekî bi ewle.

Jinên ji helebê jî berê xwe dan kampa serdem, behsa kêliyên xwe di dema erdhejê de dikin û spasiya xelk û rêveberên kampê kirin ku deriyên xwe ji wan re vekirine.

Erdheja 6′sibatê li Bakurê Kurdistanê rû da, gelek bandor li bajarê Helebê kir, bi hezaran avahî li Helebê hilweşiyan.

Bi sedan malbat ji ber malên wan hatine hilweşandin ji malên xwe derketin û berê xwe dan Şehbayê û li wê derê li kampan bi cih bûn.

Jinên ku li kampa serdemê bi cih bûne behsa kêliyên xwe di dema erdhejê de dikin û spasiya xelk û rêveberên kampê kirin ku deriyên xwe ji wan re vekirine û ew pêşwazî kirine.

Jinek ji helebê diyar kir ku ew 3 rojan li kolanan man piştre hatin şehbayê û bi kêfxweşî hatin pêşwazî kirin.

Her wiha jinek din ji Helebê behsa kêliyên erdhejê dike û dibêje ew wê şevê li derve di bin baranê de man.

Tevî ku karesateke mezin bi ser hemû xelkê herêmê de hatiye û şert û mercên jiyanê , lê hîn jî dorpêça Hikûmeta Şamê li dijî kantona Şehba û her du taxên Helebê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dewam dikin.