Kanala ROJAVA TV

DANÛSTANDINÊN ENQERE Û ŞAM, BI BEŞDARBÛNA ÎRANÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ

EMÎNE OMER- HEVSEROKA ENCUMENA SÛRIYA DEMOKRATÎK MSD’Ê EMÎNE OMER: ÎRAN BÊYÎ ERÊKIRINA HIKÛMETA ŞAMÊ NIKARE TU GAVAN BAVÊJE EMÎNE OMER: DANÛSTANDINÊN ENQERE Û ŞAM TU ENCAMAN BI XWE RE NAYINE

Ev demeke hewlên lihevkirina hikûmeta şamê û dewleta tirk di rojevê de ye , taybet piştî ku 28ê kanûna 2022 bi serpereştiya rûsiya wezîrên parastinên rûsya , tirkiyê û şam li moskovê civiyan

Danûstandinên Enqere û Şam, bi beşdarbûna Îranê derbasî qonaxeke nû bû.

Li ser mijarê Hevseroka Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê Emîne Omer ji Rojava Tv re rola Îranê ya di vê mijarê de nirxand û got, Hikûmeta Şamê bêyî erêkirina Îranê nikare tu gavan bavêje.

Her wiha Emîne Omer got, dewleta Tirk bi rêya danûstandinan dixwaze destkeftiyên siyasî û aborî bi dest bixe lê danûstandin bêyî zemîn têne kirin, ji lewre ew bawer nakin ku ti encaman bi xwe re bîne.

Dewleta tirk a dagirker piştî têkçûna wê di dagirkirina herêmên nû ji xaka bakur û rojhilatê sûriyê û ji bo sûdê ji rewşê bigire da aloziya xwe derbas bike û serkeftinê di hilbijartinan de bi dest bixe berê xwe daye hikûmeta şamê .