Kanala ROJAVA TV

DÎWANA EDALETA CIVAKÎ YA REQAYÊ KIRYARÊN XIRABKIRINÊ ŞERMEZAR KIR

Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê bi daxuyaniyekê tevliheviya ku piştî bûyera kuştina mamoste Nûra El Ehmed ya ducanî û zaroka wê derketiye, şermezar kir.

Daxuyanî li navenda dîwanê ya Reqayê, ji aliyê hevserokê Encumena Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El Dîb ve û bi beşdariya hevseroketiya dîwanê, endamên Encumena zagonsaz, Encumena Rêveber û encumena Sivîl a Reqayê, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Tevî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn sûcdar di kêmtirî 24 saetan de girtin û dê werin darizandin, hin girûp li Reqayê bi bihaneya doza kuştina mamoste Nûra El Ehmed ya ducanî û zaroka wê ya 8 salî derketin xwepêşandanê.

Kesên ku di xwepêşandanê de derketin armanca wan têkbirina aramiya bajêr bû, ji ber ku xwepêşandan veguherî tevliheviyê, xwepêşandêran êrîşî avahiya dadgehê kirin û gelek nivsîgehên wê şewitandin. Her wiha bûn sedem ku 30 kesên girtî birevin.”