Kanala ROJAVA TV

KÊMBÛNA AVA ÇEMÊ FIRATÊ BANDOREKE MEZIN LI TEVAHÎ KERTAN KIRIYE

Ji ber kêmbûna ava Çemê Firatê, bandoreke mezin li tevahî kertan bûye û elektrîk jî pir kêm bûye.

Hesinkarên bajarê Kobanê diyar dikin ku ji ber kêmbûna av û elektrîkê ew zerereke mezin dibînin.

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, bandoreke neyînî li jiyana welatiyan, xwezayê û kertên tenduristî û pîşezaiyê kiriye.

Ev heyama çend salan e piştî ku dewleta Tirk di polîtîkayên xwe de bi ser neket, ava çemê Firatê berdewam qut dike.

Kêmbûna avê dibe sedem ku elektrîk bi tenê çend demjimêran were berdan.

Hesinkar û xebatkarên ku li herêma pîşesaziyê ya bajarê Kobanê kar dikin, diyar dikin ku ji ber vê rewşê ew zerereke mezin dibînin.

Hesinkar dibêjin ew çiqas kar dikin jî, lê ti sûdê nabînin, ji ber ku ew dahatiya karê xwe dikin berdêla jeneratoran.

Li gorî peymana sala 1987’an ku di navbera Şam û Enqere de hate îmzekirin, divê ku Enqere di her çirkeyekê de 500 metro kop av berde, lê li gorî berpirsyaran niha Tirkiyê ribekî wê rêjeyê jî bernade û xelkê herêmê bi karesetekê re rû bi rû dihêle.