Kanala ROJAVA TV

LI EYN ÎSAYÊ ŞAHIYEK JI BO ZAROKÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET HATE LIDARXISTIN

Desteya karûbarên civakî ya Girê Spî, îro bi şahiyekê 28 zarokên xwedî pêdiviyên taybet li navçeya Eyn Îsayê xelat kirin.

Malbatên zarokan, endamên sazî û desteyan û welatiyên navçeya Eyn Îsayê beşdarî şahiya xelatkirinê bûn.

Di şahiyê de 28 zarokên xwedî pêdiviyên taybet hatin xelatkirin û malbatên zarokan jî kêfxweşiya xwe bi vê pêngavê anîn ziman.

Her wiha di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet divê bi ti awayî ji civakê neyêne cudakirin û ji mafê xwendinê neyêne bêparkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser di nava sîstema xwe de cihekî taybet daye kesên xwedî pêdiviyên taybet.