Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN REQAYÊ NERAZÎBÛNÊN XWE LI HEMBER VEGERA DAIŞ NÎŞAN DAN

Şêniyên bajarê Reqayê hewldanên Jinûve zindîkirina DAIŞ li herêmê red kirin û piştgiriya xwe bi hêzên QSD û Hêzên ewlekariya hundirîn re nîşan dan.

Bi destpêkirina gef û êrîşên Tirkiyê re, careke din şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li herêmê dest bi tevgerê kirin û gelek êrîşên terorî pêk anîn.

DAIŞ’ê di êrîşên xwe de rasterast sivîl, hêzên ewlehiyê û dezgehên Rêveberiya Xweser dike armanc.

Şêniyên bajarê Reqayê Jinûve zindîbûna DAIŞ li herêmê red kirin, û piştgiriya xwe bi hêzên ewlekariyê re nîşan dan.

Her wiha şêniyan banga cezakirina her kesê ku hewl daye aramî û ewlehiya têk bibe kirin.

29’ê kanûna 2022 an Hêzên Sûryaya demokratîk QSD’ê li kêlek hêzên Ewlekariya Hundirîn û hevpeymaniya navneteweyî li dijî DAIŞ’ê oparasyona Birûska Cezîrê dest pê kir.

Oparasyon heya niha dewam dike û di encamê de gelek çete û şaneyên veşartî hatin girtin