Kanala ROJAVA TV

DI ENCAMA GULEBARANA ŞEVA SERÊ SALÊ DE 10 KES BIRÎNDAR BÛN

Tevî hişyariyên hêzên ewlekariya hundirîn, Doh di şeva serê salê de li bajar û navçeyên herêma Cizîrê gule hatin berdan û di encamê de li Bajarê Hesekê û Qamişlo 10 kes birîndar  bûne.

Nûçegihana me li Hesekê serdana nexweşxaneyekê kir ku birîndareke şeva derbasbûyî lê tê dermankirin.

Bijîşêkê ku rewşa wê birîndarê dişopîne ji Rojava TV re diyar kir ku tenduristiya wê di bin metirsiyê de ye.

ji aliyê xwe ve hêzên ewlekariyê biryar derxistibûn ku kesê guleyan di şeva serê salê de berde, dê rastî cezayan were.