Kanala ROJAVA TV

GERÎLA TV DÎMENÊ CENAZEYÊ LEŞKEREKÎ TIRK WEŞAND

Gerîla TV dîmenê cenazeyê leşkerê bi navê Mustafa Bazna weşand. Ev leşker li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê hatibû cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kiribû ku di 3’ê Mijdarê de saet di 12.20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Metînayê wan çalakiyek kirine, di vê çalakiyê de cenazeyê leşkerekî, alavên wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kirine.

HPG’ê diyar kiribû ev leşkerê ku hatiye cezakirin, navê wî Mustafa Bazna ye, navê dê û bavê wî Dondu û Ramazan e û di 14’ê Gulana 1996’an de li Duzceyê ji dayik bûye.

Gerîla TV diyar kir ku cenazeyê Mustafa Bazna di destê wan de ye û dîmenê cenazeyê Mûstafa Bazna weşand.