Kanala ROJAVA TV

NEZMÎ EHMED BI DENG Û SAZA XWE YA SAF HEWL DIDE DENGBÊJIYA KURDÎ MAYÎNDE BIKE

Nezmî Ehmed Midris dengbêjekî ji bajarê Kobanê ye, bi dengê xwe yê saf û jenîna saza xwe, dixwaze çanda dengbêjîyê ya Baqî Xido û Mişoyê Bekebûrê vejîne.

Nezmî ji sala 2004’an ve bi wan dengbêjan bandor dibe û biryar dide ku ew jî tevlî cîhanî dengbêjî û hunera Kurdî bibe.

Nezmî Ehmed Midris hunermendekî ji kobanê ku bajarê dengbêjên nemir Baqî Xido, Hafizê Kor û Mişoyê Bekebûrê ye.

Nezmî ji ciwantiya xwe ve dest bi jenîna alavên mûzîkê dike û li kêleka wê jî bi dengê xwe yê saf û resen dengbêjîya kal û dapîrên xwe vedijîne.

Nezmî jî weke gelek hunermendên din bi dengbêjên Kurd ên navdar û kesayetên ku di wêjeya Kurdî de ku xwedî payeyeke berz in, bandor dibe û biryar dide ku ew jî bibe şopgirekî rêça wan.

Nezmî berê li navendên çand û hunerê yên bajarê Kobanê kar kiriye û ev bo heyama çend mehan e jî li çanda Reqayê kar dike.

Di van salên dawiyê de û bi pêşketina serdema teknolojiyayê, êdî civatên dengbêjî û gelêrî li kêmê diçin, lê ta niha jî bi sedan xwebexşên edebiyat û kelepûra Kurdî, bi derfetên xwe yên kêm hewl didin wê gencîneyê ji pişaftinê biparêzin.