Kanala ROJAVA TV

LI SER ŞEHADETA YÛSIF, MEZLÛM Û MIHEMED GULO SALEK DERBAS BÛ

Derbarê salvegera yekemîn a şehadeta Yûsif, Mezlûm û Mihemed Gulo, ji malabata Gulo Ibarhîm û Cîhan Gulo ji kamîreya Rojava TV re axivîn û teqez kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtian ferdên malbatê ti carî têkoşîna malbatê a ji bo rizgarkirina Kurdistanê ranawestîne

Di Kurdistanê de gelek malbatên welatparêz hene ku ji bo doza azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê ked, têkoşîn û ferdekariyên pir mezin kirine, yek ji wan malabatên welatparêz jî malbata Gulo li Rojavayê Kurdistanê ye.

Wekî îro berî salekê, wate di 9ê Mijdara sala 2021ê de balafira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya kesayeta welataparêz Yûsif Gulo li taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo bombebaran kir di encamê de jî Yûsif Gulo li gel her du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Têkildarî vê mijarê, ji malbata Gulo Ibarhîm û Cîhan Gulo ji kamîreya Rojava TV re axivîn û teqez kirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtian ferdên malbatê ti carî têkoşîna malbatê a ji bo rizgarkirina Kurdistanê ranawestîne.

Yûsif Gulo berî ku şehîd bibe jî di gotineke xwe de teqez kiribû ku eger ji bo avakirina Kurdistaneke Serbixwe û ji bo gelê Kurd ew û 50 xortên di malbatê de jî şehîd bibin, bila bibin qûrbana ji buhisteke ji axa Kurdistanê û ji pêkanîna jiyaneke azad re