Kanala ROJAVA TV

COTKARÊN KOBANÊ DEST BI ÇINÎNA BERHEMÊN GARIS KIRINE

Cotkarên gundewarên bajarê kobanê dest bi çinîna berhemên garis kirine.

Cotkarên kobanê behsa çawaniya çandina garis dikin û dibêjin ku berhemên garis ên sala bûrî ji yê îsal baştire.

Gundewarên rojhilatê Kobanê bi çandina garis têne naskirin, cotkarên herêmê her sal di demsala payizê dest bi çinîna berhemên xwe dikin.

Cotkarên herêmê ku dest bi çinîna berhemên xwe yên garis kirine, behsa çawaniya çandina garis dikin û dibêjin ku ew ji dema çandinê heta çinînê xizmeta zeviyên xwe dikin.

Her wiha cotkaran gotin “Berhemên mûsimê garis ê sala borî ji berhemên garis ê îsal baştir bû.”

Garis di heyva tîrmehê de tê çandin û di dawiya heyva cotmehê de tê çinîn.

Zeviyên garis 8 caran têne avdan û her şimbilek an jî çewalek garis 7 ton garis berhem dide.