Kanala ROJAVA TV

RONA KEÇA 14 SALÎ TEVÎ PIRTÛKXANEYA XWE TEVLÎ PÊŞANGEHA Ş. HEREKOL DIBE

Rona Egîd keça ciwan ya 14 salî di Îlona 2021’ê de pirtûkxaneya zarokan li bajarê Qamişlo yê vekiribû, bi nêzî hezar pitûkên zarokan beşdarî pêşangeha 6’emîn a şehîd Herekol dibe..

Rona dibêje armanca min ew e ku zarok bi hemû awayan fêrî zimanê xwe bibin..

Rona bi xeyal û hêviyên mezin di Îlona 2021’ê de pirtûkxaneya xwe li bajarê Qamişloyê vekir û ev sala 3’emîn e ku tevlî pêşangeha şehîd Herekol a pirtûkan dibe.

Di dirêjahiya 8 rojên pêşangehê de Rona kedeke mezin datîne, û dibêje armanca min ew e ku zarok fêrî zimanê xwe bibin .

Rona Egîd keça ciwan ya bi temenê xwe 14 salî, tevî pirtûxaneya xwe ya zarokan bi nêzî hezar pirtûkî bi sê zimanan beşdarî pêşangeha şehîd Herekol a pirtûkan bû .

Di Pirtûkxaneya Rona ya pirtûkên zarokan de pirtûkên fêrkirin, çîrok, helbest, roman û xaçepirsên bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene.

Di nava pirtûkên Rona yê de 320 serenavên cuda yên zarokan hene 200 ji wan bi kurdî,70 serenav bi zimanê erebî û 50 bi Engilîzî ne.