ŞÊNIYÊN KOBANÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ LI HEMBER GERÎLA ŞERMEZAR KIRIN
Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li qada Jina Azad a li navenda bajêr ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî tev li çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn.
Her wiha bang li Kurdistaniyan kirin ku xwedî li berxwedana lehengên xwe derkevin û têkoşîna li hember dagirkeriyê bilind bikin.
Di çalakiyê de malbatên şehîdan bi daxuyaniyekê piştgiriya berxwedana gerîla kirin.
Li ser navê Komîteya Jinan a encumena Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed daxuyanî xwend û destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîla, lewazbûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.