BILINDBÛNA BIHAYÊ SOTEMENIYÊ REWŞA ÇÛN Û HATINÊ TEVLIHEV KIRIYE

Rojava Tv
2 Min Read

Biryara bilindkirina bihayê sotemeniyê li Sûriyeyê bûye sedema qeyraneke giran û felçker. Ev qeyran bi taybetî di sektora veguhastinê de xwe daye der û bûye sedem ku gelek ajokar dest bi grevê bikin û red bikin ku wesayîtên xwe bixebitînin.

Gelo raya giştî û ajokar derbarê vê yekê de çi dibêjin? Em ê di rapora hevkara xwe Bêrîvan Qasim de nas bikin.

Ev çend roj in bihayê sotemeniyê li herêmê zêde bûye û ev rewş bûye sedema fikarên gelek kes û malbatan, ji ber ku sotemenî yek ji hêmanên sereke yê jiyana civakê ye .

Li gorî biryarê litreya benzene bi 19 û 500 lêreyê ye û mazot jî bi 17 û 500 lêreyê ye, ev yek hiştiye pirsgirêkek mezin li herêmê rû bide û êş û azarên civakê zêde bibin .

Girêdayî bilindbûna nirxê sotemeniyê ajokarek ji bajarê Qamişlo bi navê Rehed Ehmed got bilindbûna nirxê sotemeniyê bandoreke mezin li jiyana me dike.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Se’îd Osman got, ji ber bilindbûna nirxê mazotê ev çend roj in jiyan bi temamî tevlihev bûye.

Bilindbûna bihayê sotemeniyê pirsgirêkek aborî ya mezin e, ku bandorê li ser gelek aliyên jiyana civakê dike. Ji bo kêmkirina encamên neyînî, pêwîst e ku sedemên bilindbûnê bêne çareserkirin û ji bo gel û aboriyê çareseriyên domdar bêne dîtin.

Share This Article