Ji bo 9 şehîdên ku di encama şewata girtîgehê de li Kobanê şehîd bûn, du rojan şîn hat ragahandin.
Ji serê sibehê ve li seranserî bajarê kobanê bi taybetî li sûka navendî dikan û cihên bazirganiyê wekî nîşaneya rêzgirtinê û şîna ji bo giyana şehîdan, hemû hatin girtin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku kar li tevahî bajêr hatiye sekinandin û hemû kolanên Kobanê ji ber şînê vala ne.
Dê cenazeyê her 9 şehîdan sibe bi merasîmekê li goristana şehîd Dîcel Kobanê werin oxirkirin.

