BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ ŞEHÎD SÎPAN BI MERASÎMEKÊ OXIR KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Bi hezaran şêniyên parêzgeha Hesekê bi merasîmeke girseyî şehîd Sîpan li goristana şehîd Dijwar oxir kir.

Di merasîmê de banga hesabpirsînê ji sûjdaran hat kirin.

BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ ŞEHÎD SÎPAN BI MERASÎMEKÊ OXIR KIR

Şervanê Tugaya Hesekê şehîd Samî Şêxmûs Hiso bi nasnav Sîpan Hiznî di 10’ê Îlonê de ji aliyê Komeke çekdar ku li gorî agahiyan girêdayî Eşîra Begara ne hat revand û wî li gundê Edlanê yê Serêkaniyê şehîd xist.

Doh jî bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê cenazeyê şehîd Sîpan Hiznî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesek oxir kir.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welîda Botî axivî, sersaxî ji malbata şehîd Sîpan re xwest û banga parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin kir.

Hevserokê PYD‘ê Xerîb Hiso jî qetilkirina Sîpan û bûyerên li Kobanê bi kiryarekî hovane û dûrî mirovahiyê bi nav kir û bang li gelên herêmê kir ku li hemberî siyasetên xedir û xiyanetê bisekinin.

Apê şehîd Sîpan, Ehmed Hiso jî di merasîmê de bang li gelên Rojava kir ku bi sebir û zanebûn tev bigerin û neyên lîstokên çeteyan ku herêmê ber bi şerekî nû ve araste bike.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd Sîpan bi dirûşmên “Şehîd namirin”spart axê.

Share This Article