BANKA ÇANDINIYÊ LI HESEKÊ DEST BI BELAVKIRINA FATOREYÊN COTKARAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Banka Kooperatîfên Çandiniyê ya Şaxa Hesekê dest bi belavkirina fatoreyên genim li cotkaran kir.

Qonaxa Yekemîn ya belavkirinê Cotkarên ji navendên girêdayî bajar û bajarokên Hesekê, Tel Berak, Mergeda, Şedadê, Serê kaniyê, Hol, Zirgan û Til Temirê digire nava xwe.

Pêvajo li navenda şaxê ya li bajarê Hesekê, li gorî rêziknameya radestkirin û şandina berheman û bi destpêkirina ji 8’ê Hezîranê ve, tê meşandin.

Rêveberê Banka Çandiniyê li Hesekê Izo Alî ragihand ku ji bo derbaskirina kêmbûna pereyan pêdivî bi mekanîzmayeke dayîna qonax bi qonax heye.

Share This Article