BI BONEYA SEDSALIYA QAMIŞLO HEMELEYA PAQIJIYÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi nêzîkbûna sedsaliya avabûna bajarê Qamişlo, li bajêr di bin dirûşma “Qamişlo bajarê paqijiyê ye” bi beşdariya şênî û endamên saziyan dest bi hemleyeke paqijiyê hat kirin.

Bi hatina sedsaliya avakirina bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê, îro bi dirûşma “Qamişlo bajarê paqijiyê ye”, bi beşdariya şêniyan û endamên saziyan, bi armanca başkirina rewşa xizmetguzarî û parastina paqijiya bajar, hemleyeke paqijiyê dest pê kir.

Hemle saet 08:00`an ji ber Çerxerêya Sonî bi amadebûna gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Seyîd Hesam û hejmareke mezin a endamên saziyên hikumetê, xizmetguzariyê û şêniyan dest pê kir.

Hejmarek ji şêniyên ku beşdarî hemleyê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ji bo girîngdayîna paqijiya bajar daxwaz ji şêniyan kir ku bajêr ji qirêjiyê biparêzin.

Hemle ji 3 qonaxan ji bo paqijkirina hemû taxên Qamişloyê pêk tê, qonaxa yekemîn a hemleyê 3 hefteyan dewam dike.

Share This Article