LI TIRBESPIYÊ QURBANIYÊN FERMANA 74’AN HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera 12’an a Komkujiya Şengalê civînek li dar xist û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

Yekitiya Jinên Êzidî-Rojava bi boneya salvegera qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an, li navenda Mala Êzidiyan a li bajarê Tirbespiyê civînek li dar xist. Di civînê de jinên Kurd, Ereb û Suryan amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku yek ji şahidên bûyerên li Şengalê ye, axivî û da zanîn ku tişta bi serê civaka Êzidî de hat, berdewama qirkirinên ku di dîrokê de li dijî gelê resen a li herêmê bû.

Her weha diyar ku berxwedana YPJ`ê bandoreke mezin li pêşxistina îradeya jinên Êzidî û piştgiriya wê ji bo têkoşîn û parastina civakê kir û ev yek di rizgarkirina Şengalê de hat dîtin

Share This Article