Meclisên Malbatên Şehîdan û xelkên Rojavayê Kurdistanê bi boneya 18’ê Gulanê roja Şehîdan merasîm li darxistin û mûn li ser gorên şehîdan vêxistin.
Beşdarên merasîman diyar kirin ku Têkoşîna me ya li ser şopa şehîdan heta pêkanîna azadî û edaletê ji gelê me re berdewam e.
Bi boneya 18’ê Gulanê roja Şehîdan, li seranserî Rojavayê Kurdistanê merasîmên bîranîna şehîdan hatin li darxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi tevlêbûna xelkê bajêr û malbatên şehîdan civînek ji bo bibîranîna Roja Şehîdan li hola goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.
Bi sedan ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, xelkên bajêr, endamên saziyên sivîl û meclisên bajêr beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Endama Desteya Hevserokatiya ya PYD’ê Foza Yûsif ve hate kirin.
Foza Yûsif şehîdên Meha Gulanê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku Ji destpêka rêwîtiya azadiyê ve wan bi hezaran şehîd dan, bi hezaran keç û xortan di oxira azadî û parastian vî gelî de canê xwe feda kir. Îro jî ev rêwîtî bi têkoşîna li ser rêça şehîdan û dilsoziya bi wan re didome.”
Her wiha tekez kir ku, Têkoşîna wan didome û wek îdiayên tên kirin bi dawî nebûye. Têkoşîna wan ya li ser şopa şehîdan heta pêkanîna azadî û edaletê ji gelê me re berdewam e.
Piştî axaftinan, beşdaran çûn goristanê û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
Li goristana Şehîd Ismaîl Hogir a bajarê Amûdê, bi boneya roja Şehîdan merasîmek hat li darxistin.
Bi sedan ji şêniyên Amûdê, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Civaka Sivîl û partiyên Siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên şehîdan ve hate kirin, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û soza şopandina riya wan heta serkeftinê dan.
Piştre ji bo bîranîna şehîdan helbestek ji aliyê helbestvan Beşîr Mele Newaf ve hate xwendin.
Di dawiya merasîmê de gel û Meclisa Malbatên Şehîdan li ser gorên şehîdan mûm vêxistin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan, merasîmeke bîranînê li dar xist.
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û sivîl û rêxistinên jinan li goristana şehîd Dîcle beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Endamê Fermandariya Leşkerî ya bajarê Kobanê Kanî Ehmed ve hate kirin.
Kanî Ehmed soza da ew ê şopdarên rêya şehîdan bin û ew ê asta têkoşînê xurtir bikin.
Piştî axaftinê beşdaran mûm li pêşiyan wêneyên şehîdên 18’ê Gulanê pêxistin.
