TEV-ÇAND ÇALAKIYÊN ZARHUNERA ZAROKAN DA DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

di bi durûşmeya”Werin em bi hev re bedewî û zanînê fêr bibin”Tevgera Çand ê Hunerê ya Mezopotamiya TEV-ÇAND çalakiyên Zarhunera zarokan a Havînê destpêkir.

Çalakiya yekem, duh bi şahiyekê li bajarokê Girbawî bi tevlîbûna bi dehan zarok û malbatên wan hate lidarxistin.

Bernameya çalakiyê, rêzeçalakiyên hunerî û çandî digire nav xwe ku afirîneriyê li cem zarokan çêdike, wekî beşên stranbêjiyên û muzîkê yên ku armanc dikin giyanê hevkariyê di navbera zarokan de pêş bixin.

li gor komîteya amadekar çalakî armanc dike di havînê cihekû bi ewle ji zarokan re peyda bikin û bi bala wan bişişînin ser girîngiya hunerê di pêşxistina şiyanên derûnî û civakî yên zarokan de.

Share This Article