Ji şeva derbasbûyî ve karwarên koçberên Efrîn, Şehba, Nubil û Zehrayê berê xwe didin kantonên Tebqa û Reqayê û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên pêşwazîkirin.
Ji bo pêşwazîkirina karwanê koçberan, tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di seferberiyê de ne.
Koçber li wargehên demkî yên ku Rêveberiya Xweser amade kiribûn, hatin bicihkirin û ji wan re xwarin, vexwarin û derman hatin pêşkêşkirin û hejmar û agahiyên wan hatin tomarkirin.
Beşekî ji wan koçberan li Tebqayê û beşek jî li Reqayê weke rewşeke lezgîn di çadirên demkî de hatine bicihkirin.
Hejmara wan zêdetirî 200 hezar kesî ye û pêdiviya wan bi alîkariyên lezgîn heye.
Meclisa Gel a Efrîn- Şehbayê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo ku rê li pêşiya komkujiyan were girtin, wan biryar daye ku ji bajarên Şehba û Til Rifatê yên dorpêçkirî derkevin.
