Herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi çandiniyê tê naskirin ku piraniya xelkên wê bi riya çandiniyê debara jiyana xwe dikin.
Yek ji berhemên sereke li herêmê tê çandin jî genim e û ew jî madeyeke sereke di jiyana xelkê de ye.
Piştî qedandina demsala çandina genim êdî jinên herêmê di demsala payîzê de dest bi çêkirina qûtê salê dikin.
Ji wan jî kelandina genim e, ku weke çand û qûteke kevnar a bapîr û dapîra ye.
Kelandina genim jî kêf û xweşiyê belav dike û çanda komînal jî pêş dixe.
Kamereya Rojava tv ji bo şopandina vê çandê berê xwe da gundê Nêf yê girêdayî bajarê qamişlo ku li wî gundî genim dihat kelandin.
jina bi navê şadiya ehmed behsa kelandina genim û çêkirina birxul dike.
Aliya ehmed jî anî ser ziman ku çanda danûkan çandeke pir kevnare û wan jî ji dayikên xwe girtine.
Bi pêşxistin û derketina teknolojiya re êdî çandên kevnar ber bi kêmbûnê ve diçin lê jinên herêma bakur û rojhilatê sûriyê çanda bav û kalan diparêzin û her tişta ku ji dayikên xwe girtinê zidî dihêlin.
