ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ XWÎNA TEVAHÎ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ KIR YEK

Rojava Tv
1 Min Read

siyastmedar û fermandarên Leşkerî yên herêmê destnîşan kirin ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ‎pêkhateyên herêmê bi yek deng û helwest li hemberî sîstema Diktator serî hildan.‎

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê di 2012’an de, pêkhateyên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi ‎pêşengtiya Kurdan li dijî hemû rengên desthilatdariyê derketin.‎

Di demeke kurt de tevakî pêkhateyên herêmê karîbûn cihê xwe di nava vê şoreşê de bigirin, xwîna ‎xwe bikin yek û veguherînin şoreşa hemû gelên Sûrî. ‎

Bi vê yekê hemû pêkhateyên Herêmê bi Ol, baweriyên û nasnameya xwe pênaseya xwe ya di nava ‎şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin û bûn xwedî nasname.‎

Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Alan Hisên destnîşan kir ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ‎pêkhateyên herêmê bi yek deng û helwest li hemberî sîstema Diktator serî hildan.‎

Ji siyastmedarên kantona Reqayê Munîra Cemîl jî da xuyakirin ku bi Şoreşê re jinan cihê xwe di hemû ‎qadan de girt û pêşangtî ji şoreşê re kir.‎

dewleta Tirk a dagirker hewla vemirandina agirê vê şoreşê dewam dike, li hember wê gelên herêmê bi ‎berxwedaniyê xwe, destanên lehengiyê dinîvisînin û destkeftiyên vê şoreşê diparêzin.‎

Share This Article