bi hezaran jin Ji bo parastina çand û nasnameya xwe , bi ruhekî fedayî têkoşîna azadiyê kirine û li ser xeta rûmetê şehîd bûne.
Yek ji wan jinên leheng şehîd Zîlan bi nasnav Zeyneb Kinaci ye, ku bi lehengiya xwe bû sembola jiyana azad.
Girêdayî vê yekê, şênî û Encumenên malbatên şehîdan li kantona Efrîn û Şehbayê ji Rojava TV re axivîn.
Endamê Encumena Malbatên Şehîdan li Efrîn û Şehbayê Ebdulhenan Mamo got bi şehadeta şehîd Zîlan, pêvajoyek nû di tevgera azadiya Kurdistanê de çêbû.
Endama Encumena Malbatên Şehîdan Emel Qehreman jî dibêje ku şehîd Zîlan bi tekoşîna xwe, rê li pêşiya her jinekê vekir ku nasnameya xwe nasbike.
Niha jî bi hezaran jinên Kurd û yên cîhanê bi navê şehîd Zîlan bang dikin û bi ruhê wê yê berxwedêr li hemberî zihniyeta baviksalarî û desthilatdar disekinin.
