Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ BI NAVÊ KEZIYÊN JÎNÊ ŞANOYEK HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Tevgera Hîlala Zêrîn a Bajarê Kobanê, bi pêşkêşkirina şanoyekê bal kşand ser roja 8’ê adarê û serhildana Jin Jiyan Azadî.

Şano li Hola Zanîngeha Kobanê, bi beşdariya bi dehan xwendekar û endamên tevgera Hîlala Zêrîn hate pêşkêşkirin.

Şanoyê navê Keziyên Jînê ku behsa serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ya Jin Jiyan Azadî dike, li xwe girt.

Di şanoyê de behsa tundiya ku li dijî jinê tê meşandin û çawa jin li hemberî zordarî û serdestiyê serî hildidin, hate kirin.