Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER ZAGONÊN OTOMOBÎL Û ÇÛNÛHATINÊ NÎQAŞ KIR

Encumena giştî ya Rêveberiya Xweser bi civînekê zagonên çûnûhatin û otomobîlan gotûbêj kir.

Rêveberên trafîkê yên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de her 256 xalên zagonên çûnûhatin û otomobîlan hatin nîqaşkirin û hate tekezkirin ku divê rûniştdank di nava otomobîlan de ji bo zarokan werin veqetandin.

Her wiha rê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet werin duristkirin, ji bo ku ji otomobîlan werin parastin.

Têkildarî mijarê hevseroka encumena giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rojava Tv re diaxive.