Kanala ROJAVA TV

NEBÎL WERDÊ: EGER TIRKIYÊ ÊRÎŞ BIKE, EM Ê MAFÊ XWE YÊ REWA BI KAR BÎNIN

Fermandarê encumena parastina Xabûrê ya Aşûrî, Nebîl Werdê ji Rojava Tv re geşedan û pêşhatên dawî nirxandin.

Werdê dibêje ku hêzên QSD’ê pabendî hemû peymanên agirbestê ne, lê Dewleta Tirk wê yekê li pêş çavê welatên garantor bin pê dike.

Werdê dibêje jî, li hemberî êrîşan çi li ser milê me bikeve, em amade ne bikin û parastina herêmên xwe bikin.