Kanala ROJAVA TV

Li Dijî Gef Û Êrîşan Ciwanên Pyd Li Kobanê Xwepêşandan Li Dar Xistin

Li dijî gef û Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û bi armanca Piştgiriya Gerîlayan, bi sedan Ciwanên PYD ê li kobanê xwepêşandan li dar xistin..

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsa, bijî berxwedana gerîla, na ji xiyaneta PDK ê re, di sala Serkeftinê de werin cenga azadiyê beriz kirin..

Li ser navê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ê Nezhe Mihemed daxuyanî xwend û tê de Êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Çiyayên Kurdistanê û Gefên wê ên li dijî Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê Şermezar kir..

Xwepêşandêran tekez kirin ku ew tu carî li hemberî Êrîş û Gefên Dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin û dê her dem li ber xwe bidin