Kanala ROJAVA TV

Xebatên Serjimariyê Li Bajarê Tebqayê Berdewam Dike

Nivîsgeha plankirin, geşpêdan û serjimariyê li bajarê Tebqayê di xebatên serjimarê de berdewam e.

Di 7’ê Gulanê de xebatên serjimariyê li herêma cizîrê dest pêkir.

Piştre jî heman xebat li bajarê tebpa destpêkirin ,û 12 rojin xebatên serjimariyê li taxên bajarê Tebqayê berdewam dike.

Di vê xebatê de hejmara endamên malbatan,  çi kar dikin, nav, navnîşan, şert û mercên jiyanê, rewşa civakî çi ne tên nivîsandin.

Li gorî Berpirsê tîma serjimariyê Ebid El-Basit El-Ekla diyar kir ku Piştî ew xebatên serjimariyê li taxa Selam û Şehîdan bi dawî bikin wê dest bi taxên nû bikin.