Kanala ROJAVA TV

Piştî Wêraniya DAIŞ’ê..Dêra Şehîdên Ermen Li Reqayê Hate Vekirin

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê dêra şehîdên ermen li bajarê Reqayê jinûve vekir û radestî encuman civaka ermenî kir.

Dêra şehîdên ermen û cihên olî yên kiristiyanan di dema DAIŞ’ê de bi temamî hatin wêrankirin û kiristiyan jî ji Reqayê bi darê zorê hatin koçberkirin û kuştin.