Kanala ROJAVA TV

Msd’ê Ji Bo Nîqaşkirina Siyasetên Dewleta Tirk Yên Guhertina Demografî Semînerek Li Dar Xist

Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê, ji bo nîqaşkirina siyasetên dewleta Tirk yên guhertina demografiya herêmê, semînerek li bajarê Hesekê li dar xist.

Di semînerê de bi dehan rewşenbîr, nûnerên rêveberiya xweser û civaka sivîl, partiyên siyasî, û rêxistnên jinan beşdar bûn.

Di semînerê de axaftin li ser dîroka reş û komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîne, hatin kirin.

Her wiha bicihkirina milyonek penaber ji bo herêmên dagirkirî jî bû rojeva semînerê û beşdaran tekezî li ser rola xirabker a dewleta Tirk kirin.

Fîdan Xelîl rêvebra MSD’ê jî di derbarê semînerê de ji Rojava Tv re axivî.