Li Şehbayê Şehîd Fedekar Bi Merasîmeke Girseyî Hat Oxirkirin
Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE’yê Elî Beşîr (Fedekar) spart axê. Di heman demê de nasnameya Fedekar Heleb ê di qonaxa yekem a Berxwedana Serdemê de şehîd bibû hat eşkerekirin.
Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê cenazeya şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Elî Beşîr (Fedekar) ê di qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê de şehîd bibû, ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergert û berî dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê.
Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnameya Fedekar Heleb ê di qonaxa yekem a berxwedana serdemê de şehîd bibû eşkere kir.