Kanala ROJAVA TV

Li Kantona Şehbayê Cejna Çarşema Sor Hate Pîroz Kirin

Bi boneya çarşema sor, yekîtiya Îzîdiyên herêma Efrînê û jinên Êzîdî yên rojava bi dirûşma bi ruhê şehîdên azadiyê emê çarşema sor pîrozbikin û dagirkeriyê têk bibin li kantona şehbayê şahiyek li dar xistin..


Şahî bi deqeyeke rêzgirtin û bi amadebûna saziyên rêveberiya xweser, encumen, deste û koçberên efrînê yên Êzîdî hate li dar xistin
Di şahiyê de li ser navê yekîtiya Êzîdiyên efrînê Gulê Cafer axivî û çarşema sor pênase kir..


Êzîdiyên Efrînê Cejna Çarşema sor li tevahî civaka Êzidî pîroz kirin û hêvî kirin ku ev cejn bibe cejna rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî…