Kanala ROJAVA TV

Encumena Zagonsaz A Herêma Cizîrê Civîna Xwe Ya Asayî Lidar Xist

Encumena zagonsaz a herêma Cizîrê civîna xwe ya asayî lidar xist, di civînê de îstîfaya 2 endaman hat erêkirin û ew endam hatin xelatkirin..

Îro li navçeya Amûdê civîna asayî ya encumena zagonsaz a herêma Cizîrê hat lidarxistin..

Di civînê de îstîfaya 2 endaman hat qebûlkirin û ew herdu endam li ser kar û xebata ku kirine hatin xelatkirin..

Endamê dîwana hevserokatiya Encumena zagonsaz a herêma Cizîrê Ebdurehman Hesen got:

” Dê ji bo destên werzîş û sporê, Darayî û Hindirîn navên hevserokan namzet bên pêşniyarkirin û nîqaş li ser wan bê kirin.”