PÊKHATEYÊN HERÊMÊ LI HEMBERÎ ZEXT Û ÊRÎŞAN SOZA HEVGIRTINÊ DIDIN
Siyasetmedar û şêniyên kantona reqayê, li hemberî zext pilan û êrîşên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bertek nîşan dan û gotin,ew bi israr in serkeftinê bi dest bixin û pilanên dijmin vala derxin.
Her wiha tekez kirin ku, ew ê bi hevgirtin û biratiya gelan pirojeya Rêveberiya Xwesr bi parêzin.
Tevî zext, êrîş û pilanê qirêj yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên azadîxwaz bi têkoşîn û berxwedanê hevgirtina xwe nişan didin û ji dagirkeriyê re dibe bersiv.
Pêkhatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hemû Pilan û êrîşan li ber xwe didin û yekîtî û hevgirtinê nîşanî dagirkeran didin.
Şêniyên kanton Reqayê li hemberî êrîş û zextên tirkiyê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ,Bi yekîtiya xwe ew ê serkeftinê tekez bi dest bixin.
ji aliyê xwe ve siyasetmedarê ji Reqayê Mihemed El-Nasir jî tekez kir ku , ew ê pirojeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji hemû pilanan bi parêzin.
Hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de, sedema sereke bû ku projeya rêveberiya xweser bi ser ket û DAIŞ li hemû herêman têk çû.