Kanala ROJAVA TV

XELEKÊN REQA Û QAMIŞLO AMADEKARIYÊN PÊŞWAZKIRINA CEJNA QURBANÊ DIKIN

Hêdî hêdî em nêzî rojên Cejna Qurbanê dibin.

Da em nas bikin rewşa bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa ne û amadekariyên gel ji bo pêşwazkirina cejnê çi ne? Em ê bi hev re, di gera kamîreya Rojava TV de atmosferê dişopînin

Tenê du roj, me ji cejna Qurbanê ya bi xêr vediqetînin, li bazarên bajarê Reqayê tevgereke berçav çêdibe, amadekariyên kirîna pêwîstiyên cejnê ji cil û berg û şîrîniyan tê kirin.

Li Kantona Reqa bazar bi rengên Cejna Qurbanê hatine xemilandin û li her cihê ku çav lê dikeve rengên cejnê tên dîtin.

Welatî piştrast dikin ku tevger îsal hinekî lawaz e, ji ber ku piraniya xelkê cil û bergên cejnê di Cejna Remezanê de kirîne, lewma tevgera çûn û hatinê kême.

Li Qamişlo jî tevgera bazaran hêdî hêdî bi girse dibe û malbat diherikin bazaranda ku pêdiviyên zarokên xwe ji bo cejnê bi cih bînin.

Welatiyan matmayîna xwe ya li hember bihabûna pêwîstiyan ku dibe ku li gorî bêrîka welatiyan nebe, anîn ziman.

Tiştê ku welatiyên li vir û li wir li ser li hev dikin, ev e ku di bazaran de bihayên bilind hene û derfeta kirînê bi hêsanî peyda nabe.

Lê ya ku ew zêdetir li ser hev dikin ev e ku cejn xwedî rengek taybet û çêjek e cûda ye.