Kanala ROJAVA TV

HEVBENDIYA GELAN Û JINAN LI ŞEHBAYÊ NAMZETÊN XWE DAN NASÎN

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê li bajarê Şehbayê dest bi propagandaya xwe ya ji bo hilbijartinên şaredairyan kir.

Hevbendiyê namzetên xwe dan nasîn. Her wisa namzetan ji gel re behsa proje û planên xwe kirin.

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê ye, li bajarê Şehbayê propagandaya namzetên xwe yên ji bo hilbijartinên şaredariyan dike.

Tevî ku dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên Tirkiyê dijwartir dibin jî, lê hevbendî ji bo serxistina hilbijartinan bi israr e.

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê, brûşoran li welatiyan belav dike, civînan saz dike û namzetên xwe dide nasîn.

Komîteya amadekar ji welatiyan re behsa hevbendiyê dike û ji wan daxwaz dike ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Namzetên hevşaredariyê ji gel re behsa proje, bername û plansaziyên xwe dikin. Her wiha tekez dikin ku ew ê pêdivî û daxwazên wan pêk bînin.

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ji 22 partî, rêxistin û tevgerên siyasî û jinan pêk tê. Ji 26 mehê ve li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi propagandaya xwe ya hilbijartinên şaredairyan kiriye.