Kanala ROJAVA TV

HEVDEMÎ LIDARXISTINA HILBIJARTINAN ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ DIJWARTIR DIBIN

Di demekê de ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ên 11’ê Hezîranê tên kirin, dagirkeriya Tirk gefan dixwe û êrîşan dijwartir dike.

Têkildarî mijarê dayîkên şehîdan ên Efrînê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin, ew ê ti carî li hember planên çok danînê, serî netewînin.

Hevdemî lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ku biryar e 11’ê Hezîranê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin, dewleta Tirk êrîş û gefên xwe li dijî herêmê dijwartir kirine.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk roja 29’ê Hezîranê erebeyek li ser rêya Til Temir û Hesekê bombebaran kir.

Her wiha dagirkerî li herêmên sînorî û xetên şer agir bi zeviyên çandiniyê dixîne.

Têkildarî mijarê dayîkên şehîdan ên Efrînê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin, ew ê ti carî li hember planên çok danînê, serî netewînin.

Her wiha dayîkên Şehîdan tekez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê li ber xwe bidin û piştevaniya şervanan bikin.

Berpirsên desthilata faşîst û şefê faşîst Erdogan li dijî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên êrîşê dixwin, lê welatiyên herêmê tekez dikin ku ew ê roja 11’ê Hezîranê dengê xwe bidin û pergala Rêveberiya Xweser bihêztir û xurttir bikin.