Kanala ROJAVA TV

LI TIRBESPIYÊ CEJNA ÇARŞEMA SOR HATE PÎROZKIRIN

Bi boneya Cejna Çarşema Sor li Tirbespiyê şahiyek hate li darxist .
Beşdarên şahiyê hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê .

Bi boneya Cejna Çarşema Sor Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê li Tirbespiyê şahiyek li darxist .

Şahî bi amadebûna bi sedan ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, partiyên Siyasî û nûnerên Rêveberiya xweser, hate lidarxistin .

Di şahiyê de axaftin ji aliyê mala Êzdiyan û Rêveberiya xweser ve hatin kirin, û cejn li gel hate pîrozkirin.

Her wiha axêveran diyar kirin ku cena Çarşema Sor sembola jiyana nû buharê ye .

Her di şahiyê de Komên Şehîd Lewen û Laleş ên govendê û koma şehîd Sebrî a şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin her wiha hunermend Danîş Botan,Nohend û Hesen Dêrik stran gotin .