Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ DAYÎKA UWEYIŞ HATE BIBÎRANÎN

Kongra Star a Helebê dayika Uweyiş dayika rêber APO bi civînekê bibîranî.
civîn li Hola Yasîn a li taxa Xerbî ya bajarê Helebê bi amadebûna bi dehan jin bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.
di civînê de jiyana dayîka Uweyiş ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin, piştre sinefizyonek li ser jiyana wê hate pêşandan.
Beşdaran diyar kirin ku dayîka Uweyiş jineke bi hêz bû û hişt ku rêber Apo jî hêzê jê werbigire û parastina mafê xwe bike.