ÇALAKIYA ROJA ŞANO YA CÎHANÊ Û BÎRANÎNA ŞEHÎD YEKTA HEREKOL BI DAWÎ BÛ
Çalakiya roja Şano ya cîhanê û bîranîna Şehîd Yekta Herkol ku 2 rojan li Qamişlo dewam kir doh bi pêşandana şanoyan û xelatkirina derhênerekî bi dawî bû.
Beriya 2 rojan bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û bîranîna Ş. Yekta Herkol, Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya çalakiyek li Qamişlo li dar xistibûn.
Doh çalakî di roja dawî de bi beşdariyeke mezin a hunermend, rewşenbîr, şanohez, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajarê Qamişlo bi pêşkêşkirina şanoyan bi dawî bû.
Di roja duyemîn de 4 lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin ew jî lîstika “Hevjiyana Azad”, lîstika “Cotyar Şano”, lîstika “Em an Ez” û lîstika “Piroma toyos Zincîrkirî” bûn.
Di dawiya çalakiyê de derhêner Fewaz Mehmûd hat xelatkirin.