BI BONEYA CEJNA NEWROZÊ LI ZANÎNGEHA ROJAVA ŞAHIYEK HATE LIDARXISTIN
mamosta û xwendekarên zanîngeha Rojava bi boneya cejna Newrozê , şahiyek lidarxistin.
Şahî bi amadebûna bi sedan mamoste û Xwendekarên Zanîngehê, hate lidarxistin .
Her di şahiyê de axaftin ji aliyê saziya Malbaên Şehîdan û xwendekarên zanîngehê, hatin kirin û cejna newrozê hate pîroz kirin .
Piştre ji aliyê zanîngehê ve şanoyek hate pêşkêşkirin .
Şahî bi gotina Stran, Helbest û gerandina dîlanan bi dawî bû .