Kanala ROJAVA TV

ROJA CÎHANÎ YA ŞANO LI HERÊMÊ HATE PÎROZKIRIN

ji bo bîranîna şehîd yekta herekol û bi boneya roja cîhanî ya şano, Desteya Çandê bi hevkariya Tevgera Mezopotamya a çand û hunerê li Qamişlo çalakiyek li dar xistin.

çalakî bi xwendina nameya roja cîhanî ya şano hate destpêkirin .
paşê 2 şanoyên bi navê dika heqîqetê û wê werin hatin pêşkêş kirin .
Şanoya dika heqîqetê behsa Ş.yekta herokol û têkoşîna wî ya li hember rêjîma besê dike û çawa beriya 20 salan li helebê li qada sed ella el cabirî agir berda bedena xwe

Navenda çand û hunera baqî xido ya çand û hunera kobanê jî di roja cîhanî ya şano de çalakiyek lidarxist, şano pêşkêş kir û hejmareke şanoger xelat kir.
Şanoger û derhênerên kobanê Behsa hebûna şano di civaka xwezayî de û girîngiya pêşketina şano kirin.

Li Helebê jî bi heman boneyê çalekiyek li qada şehîdan hate lidarxistin û têde sinivisyonek derbarê jiyana Ş.yekta herekol hate pêşandan û şanoyek jî hate pêşkêşkirin.
Şanoger û endamê navenda çand û hunera cemîl horo fewzî osman Roja şano ya cîhanî pîrozkir û şano bi şoreşê bi nav kir

li Şehbayê jî çalakiyek ji aliyê desteya çand û hunerê ya Efrîn û Şehbayê ve bi beşdariya rewşenbîr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên jinan û xwendekarên navçeya ehdasê li hola çiyayê Kurmênc ya li Şehbayê hate lidarxistin.
di çalakiyê de têkildarî roja Şano ya cîhanî nefiziyonek hate pêşandan .
paşê hin şano hatin pêşkêşkirin û çalakî bi gerandina dîlan û gotina stranan bi dawî bû .