Kanala ROJAVA TV

GEL DI NEWROZÊ DE BERSIVEKE XURT DA DIJMIN

ji destpêka meha adarê ve li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê amadekariyên pîrozkirina cejna newrozê dihat kirin.

vê salê newroz bi durişma ji rêber apo re azadî ji pirsgirêka kur re çareserî hate pîrozkirin û bi hezaran xelkên herêmê beşdarî şahiyan bûn.

derbarê peyamên beşdaran û coşa wan, Ebdulhelîm Iko endamê komîteya amadekar a çalakiyên newroza Qamişlo got bi rihê biratiya gelan û tevlîbûna pêkhateyan a newrozê nîşaneya serkeftinê bû û bi vê vekê gel bersiveke xurt da dijmin.

Mihemed Xêr Elîka Endamê Komîteya Çalakiyan Diyar Kir Ku newroza 2024’an newrozeke girîng bû ji ber ku gel bi coşeke mezin tevlî bû û têde daxwaza azadiya rêber Apo kirin.

Newroza 2024’an ji her Newrozê bi hêztir gel li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Cîhanê bi tevahî daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin