Kanala ROJAVA TV

XELKÊN SIRÎNÊ JI BO AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN DAKETIN QADAN

Bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê, xelkên navçeya Sirînê ya kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Di meşa bi dirûşma”Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat lidarxistin de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Ciwan fedaî Rêber Apo ne” hatin hildan.

Her wiha bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Meş ji pira Sirînê dest pê kir û li ber avahiya şaredariyê veguherî mîtingê.

meşvanan tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û banga azadiya rêbertî kirin.

her wiha meşvanan destnîşan kirin ku heta pêkanîna azadiya Rêber Apo ew ê li qadan bin .

meş bi dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû .